Mahmut Abbasê lîderê El-Fetîh îro diçe Tirkîyeyê
Lîderê El-Fetîh Mahmut Abbas ji ber daweta Serokomarê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan dê biçe Tirkîyeyê.
Derbarê mijarê de ji teref Serokatîya Ragihandinê ya Serokomartîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, Lîderê El-Fetîh Mahmut Abbas ji ber vexwandina Serokomarê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan dê bê Tirkîyeyê.
Hat ragihadin ew ê di hevdîtina ku dê bê kirin de pêwendîyên du alî û geşedanên dawî bên nirxandin.(ÎLKHA)