• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Karwana Hêvîyê ji karkerên zireatê yên ku ji ber lehîyê zirar dîtin re alîkarî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber lehîya ku rabû konê karkeran di bin avê de ma û temamê firax û amûrên wan ên ku ji bo jiyana rojene lazim bûn di ber avê re çûn.Karwana Hêvîyê ji van karkerên zireatê yên ku ji ber lehîyê zirar dîtin re alîkarî kir.

Temsîlkarê Karwana Hêvîyê Ahmet Gorcegiz û lijneya pê re pêkve çûn serdana karkeran û derd û kûlên wan guhdar kirin.

Gorcegîz piştî alîkarîya ku hat kirin re derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî û destnîşan kir: “ Li herêma ku birayên me yên karkerên zireatê lê diman lehî rabû. Ew bes xwe xelas kirin, wekî din temamê tiştên wan di ber lehîyê de çûn. Em li ser navê Karwana Hêvîyê hatin vê derê da ku em ji wan re alîkarîyan bikin. Divê dewlet jî ji di vî warî de gavina bavêje. Heta ji me tê em ê ji van birayên xwe re bibin alîkar.”(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir