25 koçber hatin rizgarkirin
25 koçberên ku di behrê de mahsûr mabûn di encama xebata ku hat kirin de hatin rizgarkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Fermandarîya Ewlehîya Beravê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama xebatên ku hatin kirin de li navçeya Bodruma Muxlayê 25 koçberên ku ji teref hêzên Yunanistanê ve hatibûn vegerandin hêla Tirkîyeyê û di behrê de mahsûr mabûn hatin rizgarkirin.(ÎLKHA)