"Divê cihê qebrê Şêx Seîd, Seîdê Nûrsî û Seyîd Riza bê gotin û ji Kurdan lêborîn bê xwestin"
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di 1ê Tîrmehê de bi endamên çapemenîyê yên neteweyî re hat ba hev û derheqê rojevê de nirxandinan kir û pirsên rojnamegeran bersivand.
Yapicioglu di civîna ku hat kirin de derheqê mijarên mîna; cihê qebrên Şêx Seîd, Seîdê Nûrsî û Seyîd Riza, tifaqa bi HDPê re, pêvajoya çareserîyê û mijarên mîna van de nirxandinan kir.
“Mesele ne bi çekan divê bi gotûbêjan bên çareserkirin”
Yapicioglu di civîna ku hat lidarxistin de balan kişand li ser çareserîya problemên heyî û derbarê mijarê de destnîşan kir, meşrûbûn an jî meşrûnebûna mafên Kurdan bi gotûbêjê dikarin bên diyarkirin û dû re wisa got: “Em meseleyên xwe yên navxweyî nikarin bi çekan çareser bikin. Elbet dibe ku derheqê hinek taleban de em û HDPê heman gotinê bêjin. Ger tiştekî ku tê gotin rast be û heqîqet be divê ji wê yekê re destek bê dayîn.Lênerîna me ya li meseleyan bi vî awayî ye. Lê belê hinek mesele hene ku ji teref hinek kes û kesan ve ji bo berjewendîyên xwe tê bikaranîn.”
“Derdê PKKê ne çareserkirina meseleya Kurd e”
Yapicoglu di berdewama daxuyanîya xwe de balan kişand li ser pêvajoya çareserîyê û derbarê mijarê de wiha got: “Birêvebirên HDPê yên ku di pêvajoya çareserîyê de li hev civîyan her dema ku ji wan dihat pirsîn digotin ku ‘Îradeya me Îmralî ye.’ Ew kes xwe wek aktorekî nedîtin. Ew bi xwe gotin ku ew bes qasidê Îmralî ne ango yê Abdullah Ocalanî ne. Naxwe divê ev pirs bên pirsîn: Xêza PKKê di warê meseleya Kurd de çi ye? Ew çi dixwazin? Ger bersiva van pirsan bê dayîn ew ê wê demê netîceyeke baştir derkeve holê. Biya me derdê PKKê ne çareserkirina meseleya Kurd e. Lewra tişt û hêmana ku wî bi xwe li ser pîyan digire û hêz didiyê ev mesele bi xwe ye. Ger ev mesele bê çareserkirin ew ê PKKê ji holê rabe û dawî lê bê. Li gorî qanaata me anîna PKKê ya vê meselê ji bo rojevê taktîk e. Ew dixwazin li gorî xwe dinyayekê ava bikin. Biya me PKKê meseleya Kurd li gorî berjewendîyên xwe bi kar tîne.”
“Xweda emir dike da ku însan adil bin”
Yapicioglu di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ne tenê di meseleya Kurd de bi heman awayî di temamê wan meseleyên din de pêwîst e ku însan adil bin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Ez însanekî bawermend im û Rebbê min ji min re ferman dike da ku ez bi edalet tevgerim.Di ya rastîyê de ev ferman ji bo temamê însanan e.Di wê Qur’ana Kerîm a ku min pê îman anîye de di gelek cihan û gelek hevokan de daçeka fermanê hatiye bikaranîn. Lê du cîh hene ku tê de Xweda bi şikleke eşkere gefê li me dixwe û dibêje ‘Xweda ji we re emir dike!’Yek ji van ayetan di her roj roja înê de di xutbeyan de tê xwendin: ‘Bibêje! Xweda muheqqeq ji we re emir dike da ku hûn bi adalet bin, qencîyê bikin û li nasên xwe xwedî derkevin.’Ev fermana Xweda ye.Bi vê ayet û fermanê tê famkirin ku li ser vê meseleyê nîqaş nikare bê kirin û ev yek fermaneke teqez e. Ew kesên ku îman bi Xweda û roja axretê anîne mecbûr in ku bi adelet tevbigerin. Ger li derekê bêedaletî hebe û ger li derekê neheqî li yekî/ê hatibe kirin wê demê ev yek min eleqedar dike. Ez daxwaz dikim ku ew bêedaletî û neheqî ji holê bê rakirin. Lewra vê yekê bawerîya min ji min re emir dike û ev yek deynê stûyê min e. Ez vê yekê li gorî berjewendîyên xwe bikar nayênim û ez daxwaz dikim ku ev mesele demildest bê çareserkirin. Ez dikarim bibêjim ferqa sereke di vî warî de ev e.”
“Pêwîst e hikûmet ji rabirdûyê ders û îbret bigire û cardin pêvajoya çareserîyê bide destpêkirin”
Yapicioglu di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, meseleya Kurd hêj nehatîya çareserkirin û muheqqeq divê bê çareserkirin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ev mesele nehatîya çareserkirin. Pêwîst e hikûmet ji rabirdûyê ders û îbret bigire û cardin pêvajoya çareserîyê bide destpêkirin.Ger ew xeletîyên ku berî niha hatin kirin cardin bên kirin ew ê aqûbet dîsa heman tişt be. Divê hikûmet xwe alîyekî û Kurdan jî li alîyekî meseleyê nebîne û cudahîyê dernexe holê. Kurd welatîyên vî welatî ne, divê hikûmet ferqê nexe navbeyna welatîyan û bi çavekê cuda li Kurdan mêze neke. Ger hikûmet vê yekê neke wê demê dê bê famkirin hikûmet ji Kurdan re dibêje; ev dewlet ne ya we ye, herin çareya serê xwe mêze bikin. Ez vê yekê aşkere dibêjim. Divê hikûmet di vî warî de gavina bavêje û weke berê xeletîyan jî neke.”
“HDP heta ku dev ji xeletîyên ku dike bernede ne mimkûn e em hevdîtin bikin”
Di civîna ku hat kirin de rojnamegerekî pirsa “Gelo mimkûn e ku hûn bi HDPê re werin ba hev û tifaqê bikin?’ pirsîya ku Yapicioglu vê pirsê wisa bersivand: “Ger HDP ji xeletîyên xwe ders û ibret girtibe dibe ku bi temamê partîyên siyasî re tifaq bê kirin. Lê belê gelo biya we a niha wisa xuya dike? Bi gotineke din HDP ji xeletîyên xwe ders û ibret girtiye? Ew terorê kort û çalan a ku piştî hilbijartinên 2015an hat destpêkirin çi bi welêt da windakirin? Ew siyaseta kort û çalan a ku ew jê re dibêjin ‘xendek’ û em jî jê re dibêjin kort û çal, di 2015an de di 8ê Tîrmehê de dan destpêkirin. Piştî ragihandin û îlankirina xweserîyê barîqatan danîn. Hemû kes meseleyê wisa dizane, lê belê di rastîyê de ne wisa ye. Herin li arşîvan binêrin. Min di 1ê Sibata sala 2015an de li Bidlîsê di kongreya partîya xwe de got ku hûn bi vê rê û rêbazê nikarin bigihijin netîceyekê. Hûn bi çal û kortan û îlankirina xweserîyê dewletê tahrîk dikin û hûn dibin sedem ku tundî li ser vî gelî bê kirin û zarokên vî gelî bên kuştin ku hûn nikarin bi vê siyasetê bigihijin derekê. Werin vê nebaşîyê li gelê Kurd nekin. Me bang li birêveberên wan kir. Me ji wan re got ku ger hûn bi vê yekê daxwaz dikin ku rejîma rewşa neasayî bê û piştî vê yekê jî darbe bila bê kirin, wê demê vê niyeta xwe veneşêrin. Rabin vê yekê ji gel re îlan bikin. Dû re çi bû? Ma rewşa dersayî hat îlankirin?Naxêr, lê belê teşebûsa darbeyê çêbû. Ev meseleya ku bi eqlê selîm û di nav aramîyê de dihat nîqaşkirin da ku bê çareserkirin, piştî van xalan êdî ji holê rabû.Lewra dengê bombeyan û bêhna barûdê bi ser vê meseleyê ket. Dema ku me qala meseleya Kurd dikir, ji me re digotin ku hûn li kû ne? Meseleyeke bi navê Kurd tune ye. Gelo hûn hêj li wê derê ne? Gelo ji 2015an vir ve di vî warî de çi hat guhartin? Di wê heyamê de bes TRT Şeş hat vekirin, gelo ev yek ji bo çareserkirina meseleya Kurd bes bû? Bi heman awayî ji wan kesên ku bi Tirkî nizanibûn re heq hat dayîn ku bi Kurdî xeber bidin. Gelo bi kirina vê yekê ev mesele çareser bû? Gelo ev mesele wisa hêsan e? Naxêr wisa ne hêsan e. Divê mesele bê çareserkirin, lê belê bi rê û rêbazên xelet ne mimkûn e ku bi şikleke dirist mesele bê çareserkirin. Bi xetkêşeke xwar ne mimkûn e xêzeke rast bê xêzkirin. Meseleya Kurd bi vî awayî bû. Meseleya tifaqê… Em destê wan kesên ku di destên wan de xwîna gelek însanan hene û hêj peşkên xwînê ji destên wan diniqûtin, nagirin û bi wan re tifaqê nakin. Lê belê ger destên xwe bişon, poşmanîya xwe bînin zimên û xeletîyên berî niha cardin nekin dibe ku ev yek pêk were. Bila teşbîhê de xeta tune be, ti kes di çavê me de şeytan nîne. Lewra şeytan dê heta roja qiyametê towbe neke. Lê belê ji bo însanan derîyê towbeyê vekiriye.Vegerîna ji xeletî û xetayan ji bi her însanî mumkin e.”
“Divê cihên qebrên Şêx Seîd, Seîdê Nûrsî û Seyîd Riza bên gotin û ji gelê Kurd lêborîn bê xwestin”
Yapicigolu di berdewama civînê de pirsa ku derheqê Şêx Seîd, Seîdê Nûrsî û Seyîd Riza de hat kirin wisa bersivand: “Divê bi şikleke fermî bê qebûlkirin ku zilm di serî de li Şêx Seîd û her wisa li alimên Kurdan ên ku di nav Kurdan de ji wan re qedr û qiymet tê dayîn hat kirin û ji gelê Kurd lêborîn bê xwestin. Divê cihên qebrên Şêx Seîd, Seîdê Nûrsî û Seyîd Riza bên gotin û arşîvên mahkemeyên îstîklalê bên vekirin. Me vê yekê di sala 2011an de di bernameya partîya xwe de nivîsand û di sala 2012an de digel daxwaznameya xwe ya damezrandina partîyê da sazîyên eleqedar. Li temamê cîhanê neheqî tên kirin. Weke ku we jî got li Kurdistana Surîye, Iraq, Îran û Tirkîyeyê jî li wan warên ku piranî Kurd lê dijîn îhlalê mafan tên kirin. Ev yek di dîrokê de tê dîtin.Ew însanên ku hêzê bi dest dixin naxwazin ku hêza wan bê sînordarkirin. Biya min problema heyî zihniyeta dewleta neteweyî ye. Ger li derekê têgihiştina dewleta neteweyî hebit, ger Sûrîye bes yên Ereban û Tirkîye jî bes yê Tirkan bê hesibandin wê demê ew kesên desthilatdar û xwedî hêz ji xwe re maf dibînin ku neheqî li wan gelên din bikin. Vaye ev zihniyet zihniyeteke wisa ye ku li gorî wê eger tu Tirkî bî bipesine, heke na îtaat bike. Dema ku ev zihniyeya xirab li dewletê hakim bibe ewê nexasim di warê qewmî de neheqê dibe ku bên kirin.”
“Temamê însanan evdên Xwedê ne û mîna dinanên şeyekî wekhev in”
Yapicioglu di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, divê însan li gorî nasnameyên xwe yên qewmî, mezhebî û dînî neyên dabeşkirin û dû re wiha got: “Însan kîjan zimanî xeber dide bila xeber bide, ji kîjan dînî bawer dike bila bike ferqa nake temamê însanan li ber hiqûqê wek hev in û divê muheqqeq bi edaletê li hember wan bê hukumkirin. Ew welatên ku me qala wan kir tev welatên Îslamê ne. Yek ji prensîbên sereke ya Îslamê û Pêxemberê Îslamê ev e: Tiştê ku tu ji bo nefsa xwe dixwaze ji bo birayê xwe jî bixwaze. Tiştê ku tu naxwazî li te bê kirin li kesekî din neke. Ger bi rastî jî me dînê xwe li heyata xwe tetbîq kiribana û li gorî bawerîya xwe jîbana ew ê wê demê li ser van axan birayî xera nebûba. Çi wextê ku me van presîban ji holê rakir û me berê xwe da hinek prensîbên din wê demê dengeya terazîya me xera bû.Piştî ku denge xera bû re wê demê hinek însan xwe ji însanên din serdest dîtin û bûn mîna fîr’awnan û însanan wek evdên xwe dîtin. Lê belê em dibêjin ku temamê însanan evdên Xweda ne û mîna dinanên şeyekî wekhev in.Tiştê ku divê bibe ev e. Bila ti kes ji ti kesî re evdîtîyê neke û bila ti kes xwe -haşa- wek îlahekî nehesibîbe. Ger em li gorî vê yekê hereket bikin em dikarin problemên heyî çareser bikin.Ger ew tiştê ku biratîya me xera kiribe jehr be wê demê çareserîya vê yekê hejra zêdetir nîne. Em an heqqîyê dibêjin an jî sukut dikin. Em bizanebûn ji heqîyê venaqetin.”(ÎLKHA)