Li Rûsyayê hejmara mirîyan derket 136 hezar û 565 kesan
Di 24 seatên dawî de li Rûsyayê bi 23 hezar û 218 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di 24 seatên dawî de zêdetirî 23 hezar kesan li Rûsyayê bi vîrusê ketin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket zêdetirî 5 milyon û 561 hezar kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 679 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 136 hezar û 565 kesan.(ÎLKHA)