Li Nîjeryayê li dijî Boko Haram operasyon hat lidarxistin
Hat ragihandin di encama operasyona ku li Nîjeryayê li dijî rêxistina Boko Haram hat lidarxistin de 73 kes hatin bêtesîrkirin.
General Benard Onyeukoyê Dîrektorê Operasyonan a Medyayê yê Artêşa Nîjeryayê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
General Benard Onyeuko di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di encama operasyona ku li dijî rêxistina Boko Haram hat lidarxistin de 73 kes hatin bêtesîrkirin û 55 kesên ku di destên wan de rehîn dihatin girtin jî hatin rizgarkirin.(ÎLKHA)