• DOLAR 35.357
  • EURO 36.588
  • ALTIN 3010.06
  • ...
Sezgîn Baran Korkmaz li Avusturyayê hate binçavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sezgin Baran Korkmazê ku  xwediyê SBK Holding e,  piştî lêpirsîna ku derheqê wî de  li Tirkiyê hate destpêkirin re çûye Swîsreyê, li Avusturya hate girtin.

Parêzerê Korkmaz, Mehmet Demir, îdia kir ku miwekîlê wî li ser daxwaza DYE li Avusturyayê hate girtin, ku Tirkiye radestkirina muwekîlê wî xwestiye, lê dê pêvajoya dadrêsî li Avusturya berdewam bike.

Lijneya Lêpirsîna Sûcên Darayî (MASAK) û Serokatiya Lijneya Teftîşa Bacê tespît kirin ku sala borî 132 mîlyon dolar di hesabên SBK Holding û 6 şîrketên girêdayî Holdîngê de bi şikleke xeyrî qanûnî hatine bidestxistin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat meşandin de, ji bo 19 kesên ku rêveberên SBK Holding û şaxên wê bûn, biryara binçavkirinê hat derxistin û hat diyarkirin ku Sezgin Baran Korkmaz jî di nav de 8 gumanbar li derveyî welêt in. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir