Li Ermenistanê gel diçe li ser sandoqan
Piştî ku Serokwezîr Nîkol Paşînyan piştî têkçûna li dijî Azerbaycanê ji peywira xwe îstifa kir, biryar hat girtin ku li Ermenistanê hilbijartinên pêşwext werin kirin.
22 partî û 4 tifaq dê beşdarî hilbijartinê bibin û dê 2 mîlyon 581 hezar û 93 hilbijêr dengên xwe bidin.
Dengdan dê li gorî dema herêmî heya 20:00 berdewam bike.
Tê pêşbînîkirin ku pêşbazî dê di navbera Serokwezîr Paşînyan û Serokkomarê berê Robert Kocharyan de pêk were. (ÎLKHA)