Serokwezîrê Herêma Kurdistanê: Em amade ne ku bi Bankaya Navendî ya Iraqê re hevkarîyê bikin
Serokê Bankaya Navendî ya Iraqê Mustafa Ghaleb ji bo ziyaretinan hat Hewlêrê û bi Mesrûr Barzanîyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re hevdîtin kir.
Di hevdîtina ku hat kirin de zêdekirina pêwendîyên di navbera her du alîyan de, verastkirina bankavanîyê, fealîyetên terorê û fealîyetên dereqanûnî hat gotûbêjkirin.
Serokê Bankaya Navendî ya Iraqê Mustafa Ghaleb di hevdîtina ku hat kirin de destnîşan kir, ew ê Ji şaxa xwe ya li Herêma Kurdistanê fealîyetên xwe bidomînin û wek terefê fermî Herêma Kurdistanê muxatab bigirin.
Mesrûr Barzanîyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî di hevdîtinê de destnîşan kir, em amade ne ku bi Bankaya Navendî ya Iraqê re hevkarîyê bikin.(ÎLKHA)