Li Almanyayê qerara derheqê WhatsAppê de ji meclîsê derbas bû
Pêşnûmaya qanûna ku ji hêla hikûmetê ve derheqê sepana WhatsAppê de hatibû amadekirin û berê ji hêla Lijneya Wezîran ve hatibû qebûl kirin ji meclîsê derbas bû.
![Li Almanyayê qerara derheqê WhatsAppê de ji meclîsê derbas bû](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/RLRR4gusfJ3TQkzhe7RKtU25OFs=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/21/23/li-almanyaye-qerara-derheqe-whatsappe-de-ji-meclise-derbas-bu-b74e4132.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li Elmanyayê, pêşnûmaya qanûna ku ji hêla hikûmetê ve hatibû amadekirin û berê ji hêla Lijneya Wezîran ve hatibû qebûl kirin, da ku saziyên îstîxbaratê karibin nameyên şîfrekirî yên ku bi rêya WhatsApp û serîlêdanên bi vî rengî hatine çêkirin bixwînin, ji meclîsê derbas bû.
Ji ber vê yekê, dê ji karûbarê îstîxbarata navxweyî ya welêt, Teşkîlata Parastina Destûra Bingehîn a Alman re, derfet were dayîn ku WhatsApp û serîlêdanên bi vî rengî bişopîne, û astengên li pêş şopandina mirovan ên BfV dê werin rakirin. Pêşnûme bi 355 dengan li dijî 280, bi 4 parlamenteran bê deng hat qebûl kirin.
Partiyên dijber qanûnê wekî midaxeleya li mafên welatiyan dinirxînin.(ÎLKHA)