• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Almanyayê qerara derheqê WhatsAppê de ji meclîsê derbas bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Elmanyayê, pêşnûmaya qanûna ku ji hêla hikûmetê ve hatibû amadekirin û berê ji hêla Lijneya Wezîran ve hatibû qebûl kirin, da ku saziyên îstîxbaratê karibin nameyên şîfrekirî yên ku bi rêya WhatsApp û serîlêdanên bi vî rengî hatine çêkirin bixwînin, ji meclîsê derbas bû.

Ji ber vê yekê, dê ji karûbarê îstîxbarata navxweyî ya welêt, Teşkîlata  Parastina Destûra Bingehîn a Alman re, derfet were dayîn ku WhatsApp û serîlêdanên bi vî rengî bişopîne, û astengên li pêş şopandina mirovan ên BfV dê werin rakirin. Pêşnûme bi 355 dengan li dijî 280, bi 4 parlamenteran bê deng hat qebûl kirin.

Partiyên dijber qanûnê wekî midaxeleya li mafên welatiyan dinirxînin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir