• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Yapicioglu: Pêwîst e Tirkîye desteka leşkerî û îqtîsadî bide dewleta Filistînê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Tirkîye divê dewleta Filistînê û gelê wê li dijî rejîma îşxalê biparêze, bi qewet bike û ji bo Filistîna ku paytexta wê Quds e azad û hur bibe  pêwîst e di warê leşkerî û îqtîsadî de destekê bidiyê”

Yapicioglu di nirxandina ku kir de balan kişand li ser destek û alîkarîya leşkerî û îqtîsadî ya ku divê Tirkîye ji Filistînê re bê dayîn de wisa got: “Her çi qas di vî warî de deng mabe jî avêtina vê gavê gaveke erênî ye. Tirkîye divê dewleta Filistînê û gelê wê li dijî rejîma îşxalê biparêze, bi qewet bike û ji bo Filistîna ku paytexta wê Quds e azad û hur bibe  pêwîst e di warê leşkerî û îqtîsadî de destekê bidiyê. Divê ev yek bê zanîn ew peymana ku bi Ramallahê re hatiye kirin Xazzeyê jî bixe nav xwe û bibe wesîleya rakirina dorpêça li ser Xazzê û yekîtîya di nav Filistînîyan de.”

“Tirkîye divê mîna wê peymana qada selahîyetê ya ku ji bo behrê bi Lîbyayê re kiribû, bi Filistînê re jî bike”

Yapicioglu di berdewama nirxandina xwe de balan kişand li ser qada selahîyetê ya ku bi Lîbyayê re hatibû kirin û dû re wiha got: “Ew peymana ku di warê selahîyetê de bi Lîbyayê re hat kirin bi heman awayî divê bi Filistînê re jî bê kirin.Digel êrîşên dawî Xazzê wêran bû. Ew alîkarîyên ku dê ji Filistînê re bê kirin divê di çarçoveya edalet û haqqanîyetê de bên kiri û di vî warî de birêveberîya Xazzeyê muhatab bê girtin. Ji bo ew wehşeta ku ji teref rejîma siyonist ve tê kirin bi dawî bibe gavên şênber bên avêtin. Divê Tirkîye vê yekê bike û di vî warî de bi welatên din ên Ereban re di nav têkilîyê de be. Ji bilî van, Tirkîye divê mîna wê peymana qada selahîyetê ya ku bi Lîbyayê re kiribû, bi Filistînê re jî bike.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir