• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê êrîşa ku PKKê li Pêşmergeyan kir şermezar kir û meseleyê nirxand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Em êrîşa PKKê ya li dijî Hêzên Pêşmerge şermezar dikin… PKK ji destpêka derketina xwe heta niha li kû derê xuya bibe, li ser navê aştî û ewlehiyê tiştek nemaye…”

Yapicioglu di destpêka nirxandina xwe de destnîşan kir: “Em wek HUDA PARê vê êrîşa ku ji teref PKKê ve li Pêşmergeyan hatiye kirin şermezar dikin û ji bo mirinên ku pêk hatine” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wek HUDA PAR, em êrîşa PKKê ya li dijî Hêzên Pêşmerge şermezar dikin. Em ji ber mirinan sersaxiyê ji hemû gelên Herêma Kurdistanê û rêveberiya Herêma Kurdistanê re dixwazin. Her wiha em ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin. PKK ji destpêka derketina xwe heta niha li kû derê xuya bibe, li ser navê aştî û ewlehiyê tiştek nemaye. Wekî din, bi kiryarên wî yên li cihên ku PKK xuya kir, ew ji dewletên li herêmê re bû hincet.”

“PKK dema ku li Herêma Kurdistanm bi hêz bû, dev ji karê penaberiyê berda û mîna dagîrker û îşxalkeran dest bi tevgerê kir”

Yapicioglu di bernameyê de pirsa bicîbûna PKKê ya li sînorên Kurdistana Başûr û alozî û rageşîyên ku PKK jê re dibbin sedem wisa bersivand: “We di nûçeya xwe de bi zelalî diyar kir û pêşkêş kir, dema ku serokên PKKê reviyan û li axên di nav sînorên Herêma Kurdistanê de bicîh bûn, neçar man ku wekî penaber tevbigerin. Wê demê jî hêza wan lawaz bû û ji ber ku pêdiviya wan bi arîkariyê hebû, wan banga alîkariyê kir û got: ‘Alîkariya birayên xwe bikin.’ Lê gava ku lingên wan bi zexmî erdê girt û ew bi hêz bûn, vê carê ew dev ji karê penaberiyê berdan û mîna dagîrker û dagirkeran dest bi tevgerê kirin. PKK niha li her devera ku ew xwe li Herêma Kurdistanê bihêz dibîne vê yekê dike. Vê yekê tenê li Herêma Kurdistanê nake. Ew li Rojava  jî heman tiştî dike û ewên ku ne endamên PKKê ne ji herêmê derxistin.”

“PKK ti carî li ser soza xwe nesekinîye…Dema ku HDP di hilbijartinan de 103 şaredarî bi dest xist û 80 wekîl şand meclîsê, PKKê careke din rê li HDPê girt û tercîh kir ku dîsa dest bi şerê çekdarî bike, ku di encamê de pêvajoya çareseriyê hat şikandin”

Di berdewama bernameyê de ji Yapicioglu derheqê pêvajoya çareserîyê û sedemên ji holê rabûna wê de pirsek hat kirin. Yapicioglu vê pirsê jî wisa bersivand: “Ger we şopandibe, ew ê bê bîra we ku me wek HUDA PAR, derbarê rêya ku aliyan di pêvajoya çareseriyê de diyar kiriye de got, pirsgirêka heyî bi vê rê û rêbazê nayê çareserkirin. Wê demê, gumanên me derheqê PKKê de hebû. Çima? Lewra PKK ti carî li ser soza xwe nesekinîye. Yek ji mercên ku di pêvajoya çareseriyê de hate nîqaşkirin ev bû ku endamên PKKê çekên xwe deynin û ji Kurdistana Tirkiyê derkevin, bi şertê ku ev merc were cîbicîkirin ew ê şer were sekinandin û piştî vê qonaxê, pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên siyasî hatibana çareserkirin. Lê dema ku HDP di hilbijartinan de 103 şaredarî bi dest xist û 80 wekîl şandin meclîsê, PKKê carek din rê li HDPê girt û tercîh kir ku dîsa dest bi şerê çekdarî bike, ku di encamê de pêvajoya çareseriyê hat şikandin. Bi ya min, mebesta sereke ya hukûmeta Tirkîyê rawestandina vî şerî bû. Lê belê, ji ber ku PKK li ser soza xwe nesekinî, pêvajoya çareseriyê şikest.”

“Ger li her perçeyeke axa aîdê Kurdan şer û pevçûn di navbera du hêzên Kurdan de hebe, bê guman li aliyekê PKK heye… PKK piranî Kurdan dike hedef û dikuje, bi zorê dest datîne ser milkê wan, axa wan dagir dike û zarokên Kurdan direvîne.”

Kesa ku bername pêşkêş dikir di herka bernameyê de ji Yapicioglu derheqê zirar û talan ku PKK li ser axên Kurdan jê re dibe sedem de pirsek ku ku ew vê pirsê wisa bersivand: “Li Parlamentoya Kurdistanê, hat xwestin ku şerê di navbera PKK û Tirkiyê de ji xaka Kurdistanê were derxistin. Li aliyê din, Tirkiye di daxuyaniyên xwe de diyar kir ku heya ku PKK li wir be ew ê van operasyonan bidomînin. Çareseriya vê pirsgirêkê bi derketina PKKê ya ji wir ve girêdayîye. Pirsek heye ku divê were pirsîn û bersivandin: PKK dibêje: ‘Şer û tekoşîna me ji bo pirsgirêka Kurd û Kurdistana Tirkiyê ye.’ Lê ew şerê xwe li ser xaka Herêma Kurdistanê dike. Sedema vê çi ye? Li gorî min, têkoşîn û şerê ku PKK daye meşandin ne ji bo gelê Kurd e. Çima? Dema îro em lê dinêrin, ger li her perçeyeke axa aîdê Kurdan şer û pevçûn di navbera du hêzên Kurdan de hebe, bê guman li aliyekê PKK heye. PKK piranî Kurdan dike hedef û dikuje, bi zorê dest datîne ser milkê wan, axa wan dagir dike û zarokên Kurdan direvîne.PKK ji ber daxuyanî û kiryarên xwe yên tûnd hicet dide Tirkiyê ku ew bikeve wê derê.”

“Yên ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn xwedî plan û berjewendî ne, PKKê bikar tînin… PKK ne ji bo gelê Kurd, lê ji bo mirovên din şer dike.”

Di dawîya bernameyê de pêşkêşvanê bernamê ji Yapicioglu pirs “PKK hêza cesaret û bêminnetîyê ji kû û kî distîne û çawa cesaretî êrîşan dike?” kir ku wî jî vê pirsê wisa bersivand: “Yên ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn xwedî plan û berjewendî ne, PKKê bikar tînin. Bi gotinek din, PKK ne ji bo gelê Kurd, lê ji bo mirovên din şer dike û kî wezîfeyek jê re destnîşan bike li gorî wê rol û erkê tevdigere.Mijarek din jî heye. PKK ji çend beşan pêk tê. Îradeya hin kesên di nav wan de di destê Enqereyê de ye, vîna hinekan ji wan di destê Tehranê de ye û vîna hinekan jî di destê dewletên Ewropî de ye. Dema ku tiştek tê xwestin ku were kirin û plansaziyek were amadekirin, ji PKKê çi tê xwestin, PKKê jî li gorî vê plan û daxwazê ​​tevdigere. Dema ku em li rewşê mêze dikin, em dibînin ku PKK roj tê xwe nêzî  Rûsyayê, roj tê xwe nêzî Îranê dike ku ev yek nîşan dide ku PKK ji çend beşan pêk tê.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir