Qesra Spî: Bîden û Erdogan dê di 14ê Hezîranê de hevdîtinê bikin
Qesra Spî destnîşan kir, ew ê Serokê Amerîkayê Joe Bîden û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di bergeha hevdîtinên NATOyê de hevdîtinekê bikin.
Berdevka Çapemenîya Qesra Spî Jen Psakî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir: “Ew ê Serokê Amerîkayê Joe Bîden û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di 14ê Hezîrê de hevdîtinekê bikin û ew ê di hevdîtinê de meseleyên dualî û herêmî bên gotûbêjkirin.”(ÎLKHA)