• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Firokevanê berê yê Yahudî:Artêşa îsraîl rêxistineke mezin a terorê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Shapîrayê ku qala hinceta îstîfaya xwe kir derbarê mijarê de wisa got: “Ez jê haydar bûm ku di dema Întîfadaya 2yemîn de hêzên asîmanî ya îsraîlê û artêşa îsraîlê  bi terorîzma xwe zilmê li gelê Filistînê dike û ev yek sûceke şer e.Dema ku ez ji vê yekê haydar bûm, him min biryara îstîfakirinê da û him jî biryara organîzekirina veqetîn û îstîfakirinê ya wan firokevanên din ên di nava artêşê da.”

Shapîray di berdewama daxuyanîya xwe ya ku li ser medyaya civakî belav kir  destnîşan kir, ew bi peyama xwe dixwaze balan bikşîne li ser du xalan û dû re wiha got: “A yekemîn; îsraîl ji teref wan kesên ku destnîşan dikin Yahûdî qewma serdest in ve tê îdarekirin û ya duyemîn jî rastî û heqîqeta bûyîna rêxistineke terorê ya mezin a artêşa îsraîlê ye.Qet haya me ji Filistînê tune bû, heya me ji wê Naqbeya ku di sala 1948an de pêk hat tunebû.Em ji wan zilm û zextên ku li Filistînîyan dihatin kirin bêxeber bûn.”

Shapîray di berdewama daxuyanîya xwe de wisa got: “Ji bo jiyana Filistînîyan bê xelaskirin min banga mudaxele û zexta navneteweyî kir.Ev  qetlîama hovane ya ku tê kirin, berdewama qirkirina ku berî niha hatibû destpêkirin e û heta midaxele lê neyê kirin ew ê berdewam bike.Qetlîamê bidin rawestandin. Filistîna Azad!”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir