Li Amerîkayê ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan derket li ser 609 hezaran
Li Amerîkayê ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan bi zêdebûna 344 kesan gihaşte 609 hezar û 544 kesan.
Li gorî "Worldometers"a ku agahîyên Covîd-19 berhev dike li Amerîkayê kesên ku vîrûs bi wan re hatîye tespîtkirin 34 mîlyon û 43 hezaran derbas kir.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Amerîkayê kesên ku vîrûs bi wan re hatîye tespîtkirin bi zêdebûna 11 hezar û 534 kesan derket 34 mîlyon û 43 hezar û 68 kesan. (ÎLKHA)