Li Amerîkayê ji bo Filistînê xwpêşan hat lidarxistin
Li Washingtona paytexta Amerîkayê ji bo Filistînê xwepêşan hat lidarxistin û ew êrîşên ku ji teref siyonistên îşxalker ve hatin lidarxistin hatin şermezarkirin.
Sazîyên Îslamî, Ereb û Filistînî yên ku li Amerîkayê kar û barên xwe birê ve dibin banga xwepêşanê û şermezarkirina siyonistan bang kirin. Ji ber banga ku hat kirin li ber Abîdeya Lîncoln bi hezar kes li hev civîyan û bi alên Filistînê û bi pankartên ku hatin vekirin xwepêşandan desteka xwe ji bo gelê Filistînê diyar kirin.
Xwepêşandan daxwaz ji Amerîkayê kirin ku dawî li wê desteka ku ew dide siyonistan bîne.
Di dema xwepêşanê de xwepêşandêr sloganên mîna “Ji Bo Filistînê Azadî, Ew ê Filistîn rojekê azad bibe” hatin avêtin.(ÎLKHA)