Li Fransayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 109 hezaran
Derbarê mijarê de ji teref Sazîya Tenduristîyê ya Gel a Fransayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 10 hezar û 675 kes bi vîrusê ketin û hejmara pêketîyan derket li ser 5 milyon û 657 hezar kesan.
Tê diyarkirin di 24 seatên dawî de 68 kes ji ber vîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 109 hezar û 358 kesan.(ÎLKHA)