Rayedarê PDKyî: Hejmara wan kesên ku PKKê ew revandine ji yên ku DAIŞê ew revandine zêdetir e
Qadîr Qaçaxê Berpirsê Şengalê yê Partîya Demokrat a Kurdistanê destnîşan kir, hejmara wan kesên ku PKKê ew revandine ji yên ku DAIŞê ew revandine zêdetir e ku agahî jî ji wan nayê girtin.
![Rayedarê PDKyî: Hejmara wan kesên ku PKKê ew revandine ji yên ku DAIŞê ew revandine zêdetir e](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/j2KhYg6zI1dkvepVgYrdQ-KNy0Q=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/21/20/rayedare-pdkyi-hejmara-wan-kesen-ku-pkke-ew-revandine-ji-yen-ku-daise-ew-revandine-zedetir-e-abd51ea0.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
“PKK zilm û tehdayîyeke mezin li xelqê Şingalê dike”
Qaçaxê ku ji BasNewsê axivî destnîşan kir, PKK li Şingalê gelek zarok û xort revandin ku hejmara wan ji yên ku ji teref DAIŞê ve hatine revandin zêdetir e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dê û bavên wan zarokên ku ji teref PKKê ve hatine revandin aqûbeta wan nayê zanîn.Lewra kes nizane PKKê ew birine kû derê. PKK zilm û tehdayîyeke mezin li xelqê Şingalê dike.Dest dideyne li ser axên xelqê, nahêle ku xelq erdên xwe biçînin. Ji bilî vê di nav erdên xelqê de tunel û mewzîyan dikolin û nahêlin ku sazîyên alîkarîyê bên herêmê.”
Qaçax di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, hêj tekez nayê zanîn ku çend zarok û xort ji teref PKKê ve hatine revandin.(ÎLKHA)