Barzanî pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman kir
Serokê PDKê Mesûd Barzanî pêşwaziya Dr. Elî Qeredaxî Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman û şandeke hevbeşa Zanîngeha Geşepêdana Mirovî û Rêxistina Tevgera Mirovî li Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên siyasiyên dawî guftûgo kirin.
Her di vê hevdîtinê de derbarê karûbarê xêrxwazî û girîngiya rêxistinên mirovî û xêrxwaziyan yên li yarmetîdana civaka Kurdistanê de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez jî li pêwîstiya destgirtina bi bihayên bilindên civakê û pêşxistina perwerdeya tendirust û niştimanî kirin.
Fazil Mîranî Sekreter û Hoşyar Zêbarî û Mehmud Mihemed Endamên Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê di hevdîtina ku hat kirin de amade bûn.(ÎLKHA)