Êrîşên siyonistên terorîst li Amerîkayê hatin şermezarkirin
Bi sedan Filistînî û kesên ku zilma li Filistînîyan tên kirin qebûl nakin li ber seferata qaşo ya siyonistan a li Amerîkayê civîyan.
Xwepêşandêrên ku li ber seferatê civîyan zilm û zordarî û îşxala siyonistan şermezar kirin û ji bo Filistînê desteka xwe dîyar kirin.
Xwepêşandêran bênavber dirûşmeyên mîna “Ji bo Filistînê azadî” û “Ji bo Xazzeyê azadî” avêtin.
Di xwepêşanan de her wisa ji Bidenê ku destekê dide siyonistan re jî bertek hat nîşandan.(ÎLKHA)