WHO: Rewşa li Xazzeyê gelek zêde wehîm e
Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê Tedros Adhanom Ghebreyesus derbarê êrîşên ku ji teref siyonistan ve li Xazzeyê tên kirin de daxuyanîyek belav kir.
Tedros Adhanom Ghebreyesus di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir: “ Li Xazzeyê rewş ji hêla tenduristîyê ve gelek zêde wehîm e. Di van demên dawî de gelek bûyerên ku tê de xebatkarên tenduristîyê û sazîyên tenduristîyê zirar dîtin pêk hatin.”(ÎLKHA)