Li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê di 24 seatên dawî de 236 kes mirin
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama testên ku hatin kirin de bi 11 hezar û 472 kesan re vîrus hat tespîtkirin û her wisa di 24 seatên dawî de 236 kes ji ber vîrusê mirin.
Bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 44 hezar û 537 kesan.(ÎLKHA)