2 kesên ku êrîşî malbata Hewlêrî kiribûn hatin tewqîfkirin
Berî vê du rojan li Mêrsînê 3 kesan êrîş biribûn li ser malbateke Kurd a Hewlêrî û çend kesan ji wan birîndar kiribûn.
Di encama lêpirsîna ku hat destpêkirin de ji 3 kesên ku hatibûn binçavkirin di kesên bi navê M.F.O. û M.B. ji sûcên qesdkirina kuştina însên, zirardayîna mal û teşwîqkirina gel a ku kîn û nefretê hatin tewqîfkirin.
Çi bûbû?
Berî vê du rojan 3 kesan li Mêrsînê êrîş birin li ser malbateke Kurd ê Hewlêrî û di encama êrîşa ku hatibû kirin de bav giran û lawê wî jî sivik birîndar bûbûn.
Cîhan Kutlukê ji bûyera ku pêk hatibû re bûbû şahid wisa ragihandibû: “Ez ji Edenê ber bi Entalyayê ve diçûm. Dema ku ez gihaştim fitloneka li navçeya Bozyaziyê min dît ku wesayîtek pêşîya wê hatiye birîndar û malbatek ji teref 4 kesan ve tê darbkirin. Kesên êrîşkar bi keviran êrîşî zarok û sermîyanê malê dikirin û bi keviran li serê wan didan. Zilam bêhiş ket û ket kevîya rê. Kesên êrîşkar hewl dan wî bavêjin newalê.”
Li gor zabitnamaya ku ji teref cendirmeyan ve hat girtin kesên êrîşkar çêran û heqaretan li Kurd û Ereban kirin û dû re ji herêmê dûr ketin.(ÎLKHA)