Mesûd Barzanî peyama Îda Remezanê belav kir
Serokê Giştî yê Partîya Demokrat a Kurdistanê ji ber minasebeta Îda Remezanê peyamek belav kir.
![Mesûd Barzanî peyama Îda Remezanê belav kir](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/ELxZXraEL7ELdwBo0nlLTmTFoeA=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/21/19/mesud-barzani-peyama-ida-remezane-belav-kir-b6b53d0c.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Barzanî di peyama xwe ya îdê de îda temamê Mislimanan û Pêşmergeyan pîroz kir.
Deqa peyama Barzanî ya pîrozbahîya îdê wisa ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna Remezana pîroz ve, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî misilmanên cîhanê bi giştî û Kurdistan û Iraq bi taybetî dikim.
Pîrozbahiyeke germ li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû çînên Kurdistanê dikim.
Ji Xwedayê mezin hêvîdar im rojî û îbadeta meha pîroza Remezanê, ji hemû misilmanan qebûl bike û ev cejin bibe cihê dawîhatina nexweşî û kavilkarî û vegerana aramiyê ji bo hemû mirovayetiyê.
Hêviya xêr û xweşî û tendirustiyê ji bo hemû aliyek dixwazim.”(ÎLKHA)