• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
Rêberê Cemaata Hîzbullah derheqê Îda Remezanê û Doza Qudsê de peyam belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Ez wan birayên xwe yên ku ji bo Xwedê di oxira  Î’layê Kelîmetullah de xebitîn û cehd kirin  û di encama vê yekê de an şahîd ketin an jî wefat kirin bi rehmet bi bîr tînim”

Gumuş bi ayeta 36emîn a sûreya Nîsayê “Ji dê û bavê xwe re, ji êtîm û feqîran re, ji cîranan re, ji cîranê dûr û hevalê nêz re, ji rêwîyan re û ji wan kesên ku di bin destê we de ne re baş bin. Xweda ji wan kesên ku xwe diecibînin û her tim qurretîyê dikin hez nake” dest bi peyama xwe kir û dû re wiha got: “Rebbê me, cardin ji me re kir nesîb ku em bigihijin Remezaneke din a ku tê de Şeva Qedrê  heye û dîsa Rebbê me kir nesîbê me ku em îbadetên xwe yên mîna rojîyê temam bikin kêf û şahîya îdê bijîn ku ji ber vê yekê em ji Rebbê xwe re çi qas hemd û sena bikin hindik e. Bi heman awayî sala û selam li Pêxemberê me yê ku nîşanî me daye ka em ê di Remezanê de çawa îbadet û taatan bikin be. Ez wan birayên xwe yên ku ji bo Xwedê di oxira  Î’layê Kelîmetullah de xebitîn û cehd kirin  û di encama vê yekê de an şahîd ketin an jî wefat kirin bi rehmet bi bîr tînim. Ez di serî Îda Remezanê ya malbata wan kesên ku dema ji bo Îlayi kelîmetullah micadele dikirin  ketine zindanan, hicret kirine û şehîd bûne  û bi giştî Îda Remezanê ya wan  dostên xwe yên dozê yên ku hêj ji bo hakimbûna dînê Îslamê micadeleya xwe didomînin û ya temamê alema Îslamê  pîroz dikim. Ez  ji Rebbê me nîyaz û hêvî dikim ku vê îdê bike wesîleya rabûna musîbet û belayan û ez jê daxwaz dikim ku dawî li tefrîka, pevçûn, zehmetî, problem, nexweşîyên manewî û maddî yên di nava ummeta Îslamê de bîne.”

“Pêwîst e em li gorî şertên xwe Îslamê ji nasên xwe re teblîx bikin”

Gumuş di berdewama peyama xwe de destnîşan kir, ew ji Rebbê aleman daxwaz dike ku taat û îbadetên temamê Mislimanan bê qebûlkirin û dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “Xuşk û birayên me yên bi qedr û qiymet! Di vê meha Remezana Şerîf de me lîbasa taqwa, sebir û îmanê li xwe kir da ku me heta Remezaneke din xwe muhafeze bikin. Heta ji destê me tê di vê mijarê de azîmetê tercîh bikin. Ji bilî meseleyên herî muhîm, divê em her tim wîrdên xwe yên rojane bikin û nafîleyên xwe yên ku dê me zêdetir nêzî Xweda bikin bi cî bînin.Xuşk û birayên min! Di van salên dawî de em li ser eleqedarbûna bi nasan û derdorê radiwestin û bi izna Xwedê em bi rawestin jî.Ji ber berdewamîya wan qelbên ku bi ibadetên Remezanê pak û tahir bûne muheqqeq em bernameya xwe ya eleqedarbûna bi nasên xwe re bidomînin. Divê em li hember wan zehmetîyên aborî, sosyolojîk û psîkolojîk ji her wextî zêdetir li hev xwedî derkevin.Ev bû ji salekê zêdetir ku em tewsîyeyan dikin da ku hûn xuşk û birayên me yên hêja bi vê nexweşîyê nekevin û hinek kesên din jî ji we vê nexweşîyê negirin.Em hêj li ser vê hessasîyeta xwe ne û digel vê yekê jî em dibêjin divê em li zarokan, xortan xwedî derkevin û hal û wextê pîr û îxtîyaran bipirsin û ji derd û kulê nasên xwe re bibin derman. Dîsa pêwîst e em li gorî şertên xwe Îslamê ji nasên xwe re teblîx bikin.”

“Bixwînin, wan tiştên ku we xwend tetbîq bikin û teblîx bikin”

Gumuş di berdewama peyama xwe de destnîşan kir: “Ew birayên me yên ku emrê wan li ser 40î ye baş dizanin û dê baş bê bîra wan ku di nav cemaata me de sehneya biratîyê herî zêde di meha Remezanê de dihat nîşandan.” Û dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “Li birayê xwe fikirîn, ji nefsa xwe re tercîh kirin, parvekirin û şefqet û muameleya bi merhemet ên ku dibe ji hîkmetên Remezanê bin  ji îro pêve jî bi şikleke hessastir bên kirin. Em birayên hev ên Misliman in û em bes ji bo Xweda bi hev re hereket dikin. Divê em heqê vê biratîyê bidin û haya me ji derd û kulên birayên em hebe.Em dibînin ku hema hema di temamê kom û camîayên Misliman de çanda xwendinê hatiye ber qelînê û di pey malê dinyayê de çûyîn pir zêde bûye û di nav ferd û malbatan de problem derdikevin. Bi heman awayî em dîsa dibînin ku însan di vê pêvajoyê de ji hêla fikrî ve dixurifin. Her camîa ji bo çareserkirina van probleman li gorî xwe tewsîyeyan dikin. Ez vêcarê dixwazim di vî warî de ji xuşk û birayên xwe re bes hevokekê binivîsim. Bixwînin, wan tiştên ku we xwend tetbîq bikin û teblîx bikin. Digel vê yekê  bi jiyana xwe ji derdorê nîşan bidin û bidin îspatkirin ku, Mislimanek dikare nebe dinyaperest, ji hêla fikir ve dikare nexurife, dikare xwe weki ferd, malbat û hereket muhafeze bike. Ez ji jin û mêr, ciwan û îxtîyar,  biçûk û mezin, xuşk û kekên xwe daxwaz dikim ku di her warî de bibin mînak.Xuşk û birayên min! Sed heyf û mixabim em halê wan kesên ku di pey malê dinyayê de diçin û didin li pey hewa û hewesên xwe û vê oxirê de dikevin xefkan û dîsa mixabin halê wan Mislimanan dibînin. Di vê pêvejoyê de tiştê herî balkêş û nebaş haya însan jê çênabe çawa û çito hatiye ketiye nava vê rewşa nebaş ku mixabin ev yek li ber dîtina qisûran dibe mani’.Ji ber vê yekê her ferd û malbatê me ji bo karibe xwe muhafeze bike divê rûne û muhasebeya rewşa xwe ya ku gihaştiye bike. Dema ku ev yek  hat kirin divê xeta û qisûr pişt guh neyên kirin û telafî bên tespîtkirin. Divê distûra Îlahî ‘Roja hisab û ezabê ne dûr e’ her tim di bîrên me de be.”

“Heger em karên xwe di çarçoveya bername û planekê de nekin dibe ku ev yek bibe sedema zayîbûna wextê me û li ber avê re çûna keda me”

Gumuş di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, divê Mislimanek temamê kar ûbarên xwe di nava plan û bernameyekê de bike û dû re wiha got: “Digel di pey malê dinyayê de çûyînê de maddeya ewil a ku tê bîra me û Rebbê me ji wê “biratîya şeytên” dibêje îsraf e ku divê îsraf di tu derê jiyana me de tune be. Îsraf bes di sererastkirina malê de, kirîna cil û bergan de û di xwarinê de nayê kirin; bi heman awayî îsraf di belesebeb xerckirin û borandina wext de jî bi mijûlbûna karên betal de jî tê kirin. Tunebûna bernameyekê dibe sedema îsrafa wext. Dibe ku xirecira me û meşxûlîyeta me pir zêde be, lê heger ev yek di çarçoveya bername û planekê de neyê kirin dibe ku ev yek bibe sedema zayîbûna wextê me û li ber avê re çûna keda me.Em di her fersendê de têgihiştina xwe ya wehdetê û xêza xwe ya weset tînin zimên. Armanca xebatên me yên bi cemaat; ji temamê ummetê re nexasim ji însanê xwe re feydedayîn e û avakirina pirên biratîyê ye.Em bang li rêberên doza Îslamê, rayedarên dewletê dikin da ku hêz û enerjîya xwe ji bo feydeya Mislimanan xerc bikin û her tim vê yekê di rojevê de bigirin. Bi wesîleya îda Remezanê vê yekê em cardin di bîran dixin. Doza me Îslam e. Tiştê ku Îslam qebûl dike, em jî wanan qebûl dikin û tiştê ku Îslam redda wan dike em jî redda wanan dikin. Xweda bes dixwaze Îslam li ser rûyê erdê hakim bibe. Ahkama Îslamê bi Qur’an û sunnetê hatiye diyarkirin û ev yek ji teref Selefê Salihîn ve hatiye qebûlkirin û temamê hukman di nav xwe de dihewîne. Em jî bê şert û merc Lebbeyk dibêjin û temamê xal û maddeyên ji xeynî yên Îslamê red dikin. Hedefa ew e ku hetta fitn û fesadî li ser rûyê erdê nemîne û ummeta Îslamê rizgar bibe dayîna micadeleyê ye. Û dîsa hedefa me rakirina zilmê û îqamekirina adeletê ye.”

“Em berxwedana wan xuşk û birayên xwe yên ku nobeda Mescîda Eqsayê digirin pîroz dikin”

Gumuş di dawîya peyama xwe de banga xwedîderketina li doza Qudsê û Mescîda Eqsayê li Mislimanan kir û wisa dawî li peyama xwe anî: “Xuşk û birayên min! Divê Quds tu carî ji rojeva we derneyê. Divê em her tim hazirîyên xwe ji bo rizgarkirina Quds û Mescîda Eqsayê  û ji bo îhyakirin û rakirina li ser pîyan a Ummeta Îslamê bikin.  Siyonistan wek her Remezanê îsal jî êrîşan dibe li ser zarok û pîrekan û Mislimanên Filistînî ku  ji ber vê yekê em banga xwe ya ku me di 40emîn salvegera damezrandina xwe de belav kiribû ji vê derê cardin dikin: “Ji bo Quds azad bibe çi lazim û hewce ve divê temamê Mislimanan li gorî wê yekê hazirîyên xwe bikin. Em jî bi tecrube, îmkan û kadroyên xwe yên 40 salane amade ne ku di vê oxirê de bedelê bidin. Em ê di vî warî de tu carî şist nebin û bi paşde gav navêjin. Ji wan kes, cemaat, rêxistin, sazî û dewletên  ku di vê oxirê de dixebitin re destek dayîn ji bo me wezîfe ye.Em berxwedana wan xuşk û birayên xwe yên ku nobeda Mescîda Eqsayê digirin pîroz dikin. Bila şehadeta wan birayên me yên ku şehîd bûne li wan mibarek be. Ji ber ku ew di şûna me hemûyan de li ber xwe dane Rebbê me wanan  bike ji ezîz û serkeftîyan.Rebbê min! Çawa ku te ji Pêxemberê xwe û eshabê wî lutfa “Dema ku te davêt ê go davet ne tu bûyî, Xweda bû” da wan bi heman awayî vê lutfê bide endamên HAMAS û Cîhada Îslamî jî û bike wesîle ew mûşekên ku davêjin siyonistan, qelbên wan tarûman bikin, kîmyaya wan xera bikin, plan, bername û hedefên wan serûbin bikin. Ya Rebbê min vê yekê wek lutuf bide wan. Rebbê min! Ji bo Quds û Mescîda Eqsa azad bibe  rê li ber me vebike û ji bo vê yekê ji me re zêdetir wesîleyên maddî û manewî amade bike. Rebbê azadbûna Qudsê nîşanî me bide û ziyaretkirina wê derê bike nesîbê me.

Ez îda we ya Remezanê pîriz dikim, we tevan emanetî Xweda dikim. Di diayên xwe de me jî zikir bikin.

Birayê we Edîb Gumuş..”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir