Şêx Îkrîme Sabrî: Qudsî dê nehêlin ku zirar bê dayîn rûmeta Mescîda Eqsayê
Xatîbê Mescîda Eqsayê Şêx Îkrîme Sabrî derbarê geşedanên dawî yên li Filistînê de daxuyanîyek belav kir.
Sabrî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de bêdengîya civaka navneteweyî ya li hember zilm û zordarîya çeteyên siyonist şermezar kir û destnîşan kir: “Bes şermezarkirinan hatin kirin, wekî tiştek nehat kirin.”
Di encama êrîşa terorîstî ya çeteyên siyonîst û terorîst de heta niha hezar Filistînî birîndar bûn.(ÎLKHA)