• DOLAR 32.666
  • EURO 35.361
  • ALTIN 2481.627
  • ...
Cotkarê Sêrtî yê ku panela tavê di nav erdê de xwe danî erdên xwe ji hişkesalîyê muhafeze kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cotkarê ku panelên tavê di nav erdê xwe de danî dibêje ku ew ji mesrefa ceyranê ya ku ji bo wî salane kulfeteke zêde bû xelas bûye.

Polat derbarê mijarê de ji Ajansa Nûçeyan a Îlkeyê re daxuyanî da û got: “Mesrefa vê panelê 180 hezar tl ye. Ev panel heqê di nava 2 salan de derdixe. Ez bi saxîya ceyrana ku ev panel çêdike 80 donum genim, 16 donim lavanta û 430 donim fistiq av didim. Xulase feydeya vê panelê ji bo me gelek e.”

Polat di dawîya axavtina xwe de bang li rayedarên hikûmetê kir da ku berî kêlîkê Projeya  Qanala Avdanê ya Garzanê temam bikin da ku li herêmê bi avê çandinî karibe bê kirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir