Li Yemenê ji ber minasebeta Roja Qudsê ya Cîhanê meş hat lidarxsitin
Ji ber Roja Qudsê ya Cîhanê ya ku her sal di îna dawî ya meha Remezanê de tê tertîpkirin li Yemenê bi milyonan Mislimana daketin kolanan.
Yemenîyên ku li Sanayê daketin kolanan destnîşan kirin, meseleya Filistînê ya temamê însanên azad e û ew ji bo îşxala li ser Filistînê bi dawî bibe meşê tertîp dikin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Yemenî ehemîyetê didin meseleya Filistînê û ew wan êrîşên hovane ên rejîma îşxalê û her wisa hewldanên asayîbûnê yên Ereban a bi siyonistan re şermezar dikin.(ÎLKHA)