Di encama êrîşa siyonistên îşxalker de 205 Filistînî birîndar bûn
Zilm û zordarîya rejîma îşxal û siyonistan a li Filistînê berdewam dike.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin polêsên rejîma îşxalker û dagirker doh êvarî êrîşên xwe yên hovane yên li ser Mescîda Eqsayê de domandin. Di encama êrîşên hovane de 205 Filistînî birîndar bûn. Tê diyarkirin 88 Filistînîyên ku birîndar bûn hatin rakirin li nexweşxaneyên li Qudsê.
Hat hînbûn exlebeyê birîndar ji ber berikên ku hatin avêtin birîndar bûn.(ÎLKHA)