Lijneya Zanistê ya Coronavîrusê dê îro bi rojeva zêdebûna pêketî û mirinan bicive
Lijneya Zanistê ya Coronavîrusê ya Wezareta Tenduristîyê dê di serokatîya Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca de îro dê bi rêya vîdeokonferansê bicive.
Ew ê civîn di seat 16.30î de dest pê bike û ew ê di hevdîtinê de geşedanên dawî bê nirxandin. Tê diyarkirin ew ê tevdîr bên zêdekirin.
Tê diyarkirin piştî hevdîtinê dê Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca daxuyanîyekê bide.
Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de ji ber Coronavîrusê 336 canê xwe ji dest dan ku bi vê hejmarê, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 41 hezar û 527 kesan.(ÎLKHA)