Li Herêma Kurdistanê 17 kes ji Coronavîrusê mirin û 516397 kes bi Coronayê ketin
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de bi 639 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 12 kes ji ber vîrusê mirin. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 4049 kesan; her wisa bi pêketina 639 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 151 hezar kesan.(ÎLKHA)