Li Kolombîyayê li dijî paketa reformê xwepêşan: 5 mirî, 314 birîndar û 300 binçavî
Li Kolombîyayê di serî de li Bogotaya ku paytexta welêt e û her wisa li zêdetirî 50 welatî bi hezaran kes ji protestokirina reforma nû ya hikûmetê daketin kolanan.
Di dema xwepêşanan de hinek xwepêşandêr bi kevir û fîşekên bi agir êrîşî li ser polêsan kirin. Di encama midaxeleya ku ji teref polêsan ve li xwepêşandêran hatin kiirn de yek jê polês 5 kes mirin, 209 jê polês tevde 314 kes jî birîndar bûn.
Tê diyarkirin di encama midaxeleya ku hat kirin de nêzî 300 xwepêşandêr hatin binçavkirin.
Serokê Dewleta Kolombîyayê Ivan Duque bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir, ew ê paketê nekşînin.(ÎLKHA)