• DOLAR 32.803
  • EURO 35.38
  • ALTIN 2449.516
  • ...
Nêçîrvan Barzanî derheqê êrîşa ku li Pêşmergayan hat kirin de daxuyanî belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Barzanî di daxuyanîya xwe de destnîşan kir, demjimêr (12:30) ê şeva derbasbûyî, çekdarên grûpa DAIŞê li eniya Rojavayê Kerkûkê ya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê, êrîş kirin li ser sengerên Pêşmerge ya li nêzîkî gundê Qayebaşî ya li tixûbê bajaroka Pirdê ya parêzgeha Kerkûkê. Barzanî dû re wiha got: “Di encamê da sê Pêşmerge ku bi qehremanane rûbirûyê Da’îş bûn, canê xwe ji dest dan û şehîd bûn. Serxweşiyê li malbata her sê Pêşmergeyên şehîd dikîn û hêviya bi lez başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn.Me çendîn car Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş ji metirsiya bihêzbûna Da’îş û sûdwergirtina li valahiyên emnî yên navçeyên nakokî li ser agahdar kiriye. Êrîşa şeva derbasbûyî ya Da’îş li wê eniya Pêşmerge da hevdem buye li gel çend êrîşeke dinê Da’îş da.Li vir da careke din daxwaz ji Parlemen û Hikûmeta Federaliya Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş dikîn, li navçeyên nakokî li ser bi lez kar bikin li ser dirustkirina hêza hevbeş ya li navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê da, bo ku êdî ew navçe wekî korîdora tevgerên terorîstî ya ji aliyê Da’îş ve neyê bikaranîn, ji ber ku eve metirsiyeke gelek mezine li ser Herêma Kurdistan û hemû êraqê û gefe li ser asayîşa hemû navçeyê û cîhanê. Herêma Kurdistanê ji bo hemû cûre hevkariyek bi navê dirustkirina wê hevbeşî û hawahengiya bi awayeke bi lez amadeye.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir