IHO-EBRAR li Ugandayê bi hezaran Qur’ana Kerîm belav kir
Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî IHO-EBRARa ku li çar alîyên dinyayê ji kesên feqîr û jar re alîkarî dike xebatên xwe yên li Ugandayê didomîne.
Serokê Komeleya IHO-EBRARê Doktor Abdurrahman Alpsoy derbarê xebatên alîkarîyê yên ku tên kirin de daxuyanî da.
Alpsoy di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê Qur’anên ku ji Mislimanan re hatin belavkirin de destnîşan kir: “Me fealîyeteke din a muhîm kir. Berî niha ji bo mizgeftên ku dê em ê vekin me telebe 250 heb Qur’ana Kerîm kiribû ku hemd ji Xweda re xêrxwazên me bersiv dan vê teleba me. Qur’anên ku hatin ber destê me, me li Kampalayê li 10 mizgeftan belav kir.Xweda xêra xêrxwazan qebûl bike û ji wan razî be.”(ÎLKHA)