• DOLAR 32.579
  • EURO 34.998
  • ALTIN 2462.58
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê derheqê Kerkuka ku tê xwestin demografîya wê bê guhartin de daxuyanî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Saglam di daxuyanîya xwe de bang li sazîyên navneteweyî kir û derbarê mijarê de wisa got: “Tê îddîakirin ew gundên Kurdan yên ku girêdayê navçeya Pirdeya Kerkukê ne ji teref hêzên Iraqê ve bi hincetên cuda tên valakirin û Kurd jê tên derxistin. Ji bo Kurd ji wan gundên xwe derkevin û bingeha herêmê ya demografîk bê guhartin ceyrana gundan tê qutkirin û bi hinceta ewlehîyê midaxele li gundan tê kirin ku ev yek dibe sedema dilmetirsîyê.Divê rewşa wan gundîyên ku zext û zordarî li wan tê kirin da ku ji gund derkevin ji teref sazîyên xweser ên navneteweyî ve bê lêkolînkirin. Pêwîst e fealîyetên bi vî awayî “sûcê însanetîyê” bê qebûlkirin û kesên ku vê sûcê dikin jî divê bên mahkûmkirin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir