Wezîrê Karên Derve Cewad Zarîf dê biçe Bexda û Hewlêrê
Hat ragihandin Cewad Zarîfê Wezîrê Karên Derve yê Îranê sibe dê biçe ziyareta Iraq û Herêma Kurdistanê.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Zarîf pêşî biçe Bexdaya paytexta Iraqê û dû re biçe Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.
Tê diyarkirin ew ê di hevdîtinan de geşedanên herêmî bên kirin.(ÎLKHA)