Rejîma îşxalê ya siyonistan êrîşî Xazzê kir
Siyonistên îşxalker bi topan êrîş birin li ser Xazzeya ku di bin dorpêçê de ye.
Di êrîşa ku li xalên HAMASê hat kirin de tiştek bi serê tu kesî nehat.
Derbarê mijarê ji teref rejîma siyonist a îşxalker ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat îddîakirin, êrîş ji ber roketên ku hatin avêtin hat kirin.(ÎLKHA)