Li Endonezyayê keştîya binerdê winda bû: Ji 53 behrîyeyan xeber nayê standin
Ji keştîya binderyayê ya ku li nêzî Balîyê beşdarî tetbîqeta leşkerî bûbû xeber nayê standin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di keştîya binderyayê de 53 behrîye hebûn û heta niha qet ji wan xeber nehat girtin.
Tê diyarkirin bûyer doh pêk hat û ji bo keştî bê dîtin ji welatên derdorê alîkarî hat xwestin.(ÎLKHA)