Li Îranê di mezinahîya 5.9an de erdhej
Li başûrê Îranê di mezinahîya 5.9an de erdhejek pêk hat.
Li gorî daneyên ku ji teref Navenda Sîsmolojî ya Ewrûpa Behra Spî ve hatine belavkirin navenda erdhejê Buşehr bû û erdhej derdora seat 09.41ê de 5 kîlometreyan di bin erdê de pêk hat.
Derbarê zirara ku erdhej jê re bûye sedem de hêj daxuyanîyeke fermî nehat dayîn.(ÎLKHA)