2 keştîyên şer ên Rûsyayê ji Tengava Stenbolê derbas bûn
Hat ragihandin 2 keştîyên şer ên Rûsyayê vê şeveqê ji Tengava Stenbolê derbas bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin 2 keştîyên şer ên bi navê Alexander Otrakovsky û Kondopoga îro derdora seat heştên şeveqê de ji Tengava Stenbolê derbas bûn.
Dema ku keştîyên şer ji tengavê derbas bûn gelek botên Ewlehîya Beravê ber wan re bûn.(ÎLKHA)