Wezareta Karên Hundir ê Herêma Kurdistanê û Iraqê derheqê êrîşa ku hat kirin daxuyanîya hevpar da
Doh li Bexdayê, Hewlêr û Başîqayê êrîş hatibûn lidarxistin.
Di êrîşa ku li Hewlêrê hatibû lidarxistin de Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hatibû hedefgirtin.
Derbarê van êrîşên ku hatin lidarxistin de ji teref Wezareta Karên Hundir ê Herêma Kurdistanê û Wezareta Karên Hundir ê Iraqê ve daxuyanîya hevpar hat dayîn.
Di daxuyanîya hevpar a ku hat dayîn de hat destnîşankirin, bi êrîşên ku tên kirin ew pêşveçûna pêwendîyên di navbera her du alîyan de tê hedefgirtin.(ÎLKHA)