Di pêwendîyên Tirkîye-Misirê de qonaxeke nû dest pê dike
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir, Misirê bang li lijneyeke Tirkîyê kiriye û ew ê lijne di serê gulanê de biçe Misirê.
Wezîr Çavuşoglu di berdewama daxuyanîya xwe de derheqê geşedanên di navbera Enqere-Qahîreyê de nirxandinan kir û destnîşan kir “Ji ber daweta ku hat kirin ew ê di serê gulanê de lijneyek biçe Misirê.”
Berî niha jî di navbera terefan de hevdîtin hatibûn kirin.(ÎLKHA)