Bi roketan êrîş li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hat kirin
Doh êvarî li Herêma Kurdistanê bi roketan êrîş li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hat kirin.
Derbarê êrîşa ku hat kirin de ji teref Hêzên Antî Teror a Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; êrîş bi roketan hat kirin û roketên ku hatin avêtin îsabetî nêzî balafirgehê kir.(ÎLKHA)