Rêjeya bêkarîyê ya meha sibatê hat daxuyandin
Rêjeya bêkarîyê ya meha sibatê ji sedî 0.7 puan zêde bû û bêkarî derket ji sedî 13,4an.
Ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve rêjeya bêkarîyê ya meha sibata sala 2021ê hat belavkirin. Li gor daneyên ku ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine belavkirin di meha siabtê de rêjeya bêkarîyê li gorî heman meha sala borî 0.7 puan zêde bû û bêkarî derket ji sedî 13,4an.
Rêjeya îstîhdamê kêm bû
Hejmara kesên ku hatine îstîhdamkirin di meha sibatê de li gor heman meha sala borî 266 hezar kes zêde bû û derket 31 milyon û 712 hezar kesan.(ÎLKHA)