Ji ber zêdebûna Coronavîrusê çûyîn û hatinên di navbera Iraq û Kurdistana Başûr de hatin sekinandin
Konseya Bilind a Micadeleya li dijî Coronavîrusê ya Kurdistana Başûr destnîşan kir, ji ber zêdebûna Coronavîrusê çûyîn û hatinên di navbera Iraq û Kurdistana Başûr de hatin sekinandin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşan kirin, rayedarên Neteweyên Yekbûyî, Koalîsyona Navneteweyî û dîplomat, kesên nexweş û hilberîner ji vê yekê muaf in.
Li Kurdistana Başûr ji ber Coronavîrusê di 24 seatên dawî de 16 kesên din mirin.(ÎLKHA)