Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 2 milyon û 874 hezaran
Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 2 milyon û 874 hezar û 344 kes canê xwe ji dest dan.
Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.
Li gorî agahîyê ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 2 milyon û 866 hezar û 547 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 132 milyon û 438 hezar û 657 kesan.
Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 569 hezar kesan.(ÎLKHA)