• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
"Em wê danezana ku hêza xwe ji destûra darbeyê ya heyî distîne û pê qesta darbeyê hat kirin şermezar dikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Ew teşebûsên ayardayînê yên ku di nîvê şevê de bi danezanan tên kirin nayên qebûlkirin”

Saglam di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, sal bûye 2021 û hêj amîral û generalên teqawîdbûyî cesaret dikin ku siyasetê dizayn bikin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Divê meriv ji vê yekê îbret bigire. Divê sazîyên qanûndanîn, îdare û darazê li ser vê meselê baş bisekinin û di kû de xeletî kirine tespît bikin û berî kêlîkê vê yekê sererast bikin.  Ew danezana ku ji teref 104 amîralan ve hat weşandin netîceya hînbûyîna ‘banga darbeyê’ye. Em wê daxuyanîya ku hatiye dayîn şermezar dikin.  Ew teşebûsên ayardayînê yên ku di nîvê şevê de bi danezanan tên kirin nayên qebûlkirin. Divê bê zanîn ên sûcdar bes amîral nînin. Elbet hinek kesên din di pey wan de hene ku muheqqeq divê ew kes bên peydakirin.”

“Ji bo destûra darbekeran bê guhartin divê gavên pêwîst demildest bên avêtin”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, bi heqê wê ji darbekeran hisab nayê pirsîn û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ger hisabeke baş û di cî de ji darbekeran hatibana pirsîn, ew ê darbekarî nebûna kevneşopîyek û berdewam nekiriba.Divîyabû di wextê wê de rutbeyên wan darbekerên ku qesdî hizûr û canê xelqê kirin hatibana girtin û cezaya ku heq dikirin ji wan re hatiba dayîn.Divê ew amîralên ku danezan belav kirine demildest bên darizandin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir