Weqfa Karwana Hêvîyê li Afrîkayê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne
Sazîya alîkarîyê ya navneteweyî ya bi navê Weqfa Karwana Hêvîyê bênavber xebatên xwe yên alîkarîyê li Afrîkayê didomîne.
Sazîya ku li bajara Sorontîya Ugandayê ji kesên jar û feqîr re alîkarî belav kir, di bexçeyên camîyan de dar çand.
Sekreterê Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê Nurullah Gunaydin derbarê mijarê de daxuyanî da.
Gunaydin di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, xebatên wan berdewam dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em niha li herêma Sorotîyê di bexçeyên mizgeftan de daran dideynin. Niha em li Mizgefta Eqsayê ne. Xweda bike nesîb em ê li wan camîyên din jî daran biçînin da ku însan jê îstafade bikin.”(ÎLKHA)