Li Nîjeryayê êrîşa çekdarî: 14 mirî
Li parêzgeha Nîjera Nîjeryayê êrîşa çekdarî li baregeheke leşkerî û li hember sîwîlan hat kirin.
Derbarê mijarê de ji teref rayedaran ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; nêzî 200 kesên çekdar li bajaroka Allawaya girêdayê Nîjerê êrîş birin li ser baregeheke leşkerî.
Di encama êrîşa çekdarî de 6 leşker, polêsek û 7 sîwîl mirin.
Tê diyarkirin çend kesên sîwîl ji teref kesên çekdar ve hatin revandin.(ÎLKHA)